Televizyona dewleta Sûriyê radigihîne ku bombeyek li konaleke navenda Şama paytext ketiye û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 36 kesên din birîndar ketin.
Raporta televizyonê got, bombe îro Şemiyê ji aliyê “terorîstan” ve hate avêtin. Hikûmet ji şervanên opozisyonê re dibêje terorîst.
Ne tiştekî asayî ye ku şervanên opozisyonê yên ji derveyî Şamê, êrîşî taxên navenda bajêr bikin.
Ev bombebaran tê, li vê dema ku çalakvan radigihînin ku şerekî giran di navbera serhilda û hêzên hikûmetê de li devera Dareya ya ser bi Şamê ve çê bûye.