Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf Serdana Sûriye û Libnanê kir da ku piştgiriya xwe ji Huzbellah û rêjîma Beşar el-Esed re diyar bike û rola xwe nû bike di nava siyaseta Rojhilata Navîn de.
Di hevpeyvîna rojnamevan Daryos Derwîş de bi Dengê Amerîka re got ku Zerîv serdana Libnan û Sûriye dike da ku encama rêkeftina xwe ya Navokî bi wan re par bike û ji aliyekî din jî piştgiriya xwe ji wan re bihêztir bike.
Herwisa jî Daryos dibêje Îran û rêjîma Beşar el-Esed DAIŞ xurt û bihêz kirin û bi her awayî nahêlin ku Tirkiye û Erbistana Sûdî bi bandor bibe di rewşa Sûrî de û paşeroja wê ya Siyasî ve.