Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta Hizbullah û Ahrar el Şam Bidawî Dibe


Zebedanî (wêne ji arşîvê ye).
Zebedanî (wêne ji arşîvê ye).

Rêxistineke serhildayên Sûrî dibêje, agirbestek ligel çekdarên Hizbullah li bajarokekî Sûrî û du gundên din êdî hate qedandin.

Agirbesta 72 demjimêr li bajarokê Zebedanî yê jêr kontrola serhildayan û gundên Foua û Kfraya yên Şîa li parêzgeha Idlibê, vê hefteyê pêk hate û biryar bû heta Yekşemê dirêj bike.

Lê Ahrar el Şam, rêxistina sereke ya serhildayan ku beşdarî gotûbêjan e, îro Şemiyê ragihand ku gotûbêjan berdewam nekir.

Ev gotûbêj bi wê mebestê hatibûn holê da ku Ahrar el Şam û kesên sivîl bi ewlehî ji Zebedanî derkevin. Hember wê yekê, ewê Ahrar el Şam rê daba alîkariya mirovahî ku derbasî herdu gundên dorpêçkirî bibe.

Çalakvan dibêjin, agirbest bi alîkariya navbirkarên Tirk û Îranî pêk hatibû. Di şerê Sûriyê de agirbestên wisa kêm tên dîtin.

XS
SM
MD
LG