Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gengeşeya Derbarê Rêkeftina Navokî li Kongresê Berdewam Dike


Avahiya Kongresa Amerîkî.
Avahiya Kongresa Amerîkî.

Mehek bi Kongresa Amerîka re maye da ku li ser rêkeftina navokî ya Îranê deng bike. Diyar dibe ku Serok Barack Obama jî hêviya xwe di wergirtina piştgirtiya Komariyan de winda kiriye.

Senatorê Komarî Jeff Flake roja Şemiyê got ku wî piştgiriya pêvajoya danûstandinên ligel Îranê dida, lê ewê li dijî rêkeftinê deng bide.

Birêz Flake got, sûdên sînorkirina karîna navokî ya Îranê ne li gorî sînorkirinên tund yên ku ev rêkeftin li ser Kongresê û hikûmetên paşerojê li Amerîka datîne.

Di dawiya danûstandinan de li nîvê Tîrmehê, Kongresê dest bi lêvegerandineke 60 rojî kir, tê de dikare rêkeftina ligel Îranê qebûl bike yan jî red bike.

Komarî piraniyê di herdu civatên Kongresa Amerîkî de pêk tînin. Bêy piştgiriya Komariyan, ewê Serok Obama pêdivî bi piştgiriya endamên Demokrat hebe da ku nehêle herdu civat vetoya wî jî red bikin.

Li Civata Senatoyê, Komarî xwedî 54 ji 100 kursiyên civatê ne. Ewê pêdiviya wan bi 13 dengên Demokratan hebe heta ku rêkeftinê red bikin.

XS
SM
MD
LG