Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Idrîs Nehsan: Di Êrîşa Tirkiyê De Li Kobaniyê 4 Kes Birîndar Bûn


Idrîs Nehsan

Yekîneyên parastina gel (YPG) dibêjin Tirkiyê rokêtek avête baregeheke wan li gundê Zormixarê li rojavayê bajarê Kobaniyê. Ev êrîş tê di demekê de ku Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kiribû êrîşî YPG neke, û Tirkiyê bi xwe jî gotibû ewê erîşî wan neke.

Cîgirê serokê desteya karûbarên derve ya kantona Kobaniyê rêzdar Idrîs Nehsan, ji Dengê Amerîka re ev babet şîrove kir û got:

“Êrîşa gundê Zormixarê ku di encamê de 4 kes birîndar bûn, ew ne cara yekem e. Berî wê jî Tirkiyê Êrîşî YPG kiriyê. Pêwîste desthelatdarên Tirkiyê evan cûre êrîşan şîrove bikin.”

Nehsan ku li bajarê Kobaniyê dimîne dupat kir ku kiryarên wiha dikevin xizmeta Daiş û tevlêbûna Tirkiyê bo şerê Daiş dixin gumanê .

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:13 0:00

XS
SM
MD
LG