Hêzên beravî yên Îtalyayê îro Yekşemê gotin ku wan bi dirêjahiya rojekê 4400 koçber li nêzîk beravên Lîbyayê rizgar kirine. Ev yek hat holê piştî ku daxwaza alîkariyê ji bêtirî 20 qeyikan ji wan re hatibû.
Îtalya hergav operasyonên wisa birêve dibe û bi sedan koçber aniye ser beravên xwe. Lê jimara kesên ku roja Şemiyê hatin rizgarkirin zêde bilind bû.
Heta vê gavê îsal, bêtirî 100 hezar kesan bi riya Deryaya Spî xwe gihandine Îtalyayê. Ev geşt metirsîdar e, jiber ku koçber bi jimarên mezin di nav qeyikên biçûk de bi avê dikevin.
Îsal heta nuha bêtirî 2300 kes di hewildana gihiştina Ewrupayê de hatine kuştin. Di sala 2014 de 3279 kuştî hebûn.
Piraniya koçberan berê xwe didin Îtalya û Yûnanistanê û paşê derbasî welatên din yên Yekîtiya Ewrupayê dibin.