Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê 5 Kes Tên Kuştin û 24 Birîndar Dibin.


Dêrsim
Dêrsim

Berpirs û medya Tirkiyê dibêjin di encama sê êrîşan di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û serhildêrên Kurd de 5 kes hatin kuştin û 24 din jî birîndar bûn li başûrê rojhilata welêt.

Nivîsîngeha desthilatdariya Dêrsimê îroj şemiyê got serhildêrên PKK êrîşî avahiyeke hikûmetê kirin li parêzgehê, pevçûn derketin holê û di encamê de efserekî polîs û du mîlîtan hatin kuştin.

Acansa dewletê Anadol got serhildêran her wiha êrîşî polîs kirin li derveyî nexweşxaneyekê li parêzgeha Orfa derengî roja înê û 2 efser kuştin.

Di heman demê de, 10 polîs û 14 sivîl birîndarbûn bi bombeyeke serhildêran, di dema derbasbûna erebeyeke polîs de li parêzgeha Mêrdînê, li gor Acansa Anadol.

Tê zanîn, di encama şerê ku ji meha hizêranê ve, di navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyê û PKK de, destpêkirî bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan polîs û serbaz bûn.

XS
SM
MD
LG