Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek Li Rojavayê Îraqê 5 Efserên Sînor Dikuje


盖茨称愿为伊调查爆炸事件提供帮助
盖茨称愿为伊调查爆炸事件提供帮助

Berpisrên parastinê dibêjin teqîneke li ser rê ku karwanekî nobedarên sînor ji xwe re kiribû armanc 5 efser kuştin.

Berpirs dibêjin teqîna îroj şemiyê li karwanekî da ku ber bi sînorê Urdin ve diçû, li rojavayê Îraq, nêzîkî dergehê sînorî Trebil.

Berpirs her wiha dibêjin, 2 teqînan li ser rê 5 kes kuştin û 19 birîndar kirin li başûr û rojavayê Bedayê.

Her wiha li Bexdayê, li taxa Cîhad, li rojavayê bajêr, çekdaran bi dabançeyên bê deng 2 kes kuştin berî ku bi otombêlekê birevin. Agahiyên berferh yên din nehatin ragihandin.

Berpirsan nexwestin navên xwe bêjin, ji ber ku wan desthilata ragihandinê nebûn.

XS
SM
MD
LG