Kêşeya penaberên Sûrî bûye kêşeyeke serekî di nav welatên Ewropî de û bala cîhanê dikşîne ji ber zor û zehmetiyên riyên qaçax bo gihiştina Ewropayê li ser destê bazirganên sextekar û nerewa ji Tirkiye, Lîbiya û hin welatên din jî.
Di hevpeyvîan birêvebirê saziya Biratî ya mafên mirova birêz Mîral Biroreda de bi Dengê Amerîka re got ku Rewşa penabrên Sûrî gelekî kambax û dijwar e bê ku tu alîkarî ji wan re bê kirin .
Birêz Mîral dibêje bazirganiyek sext û nerewa bi penaberên Sûrî tê kirin û jiyana wan dixe bi xetera mirinê di ava derya de yan jî di nav daristan û sînoran de, ji ber ku tu çare li pêş wan penabera maye ji bilî çûna Ewropayê bi buhayek pir mezin û giran.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke