Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macaristan Îstasyona Trenê Dadixe û Penaberan Asteng Dike


Piştî ku karbidestên Macarî (Hungarî) îstasyona serekî ya trenê li paytaxt Budapeşt daxist, bi sedan penaberên ku dixwazin herin Avusturya û Almanya asê man.

Bi sedan polîsên Macarî, penaberên ku piranî ji Rohilata Navîn in, ji îstasyonê derxistin û nehêlan ku ew careke din têkevin nav îstasyonê.

Îro, ti problem ji bûyerê nehatin ragihandin. Do Duşemê navbera polîsan û penaberan pevçûn û alozî derketibûn, piştî ku bi sedan penaber hewil dida ku li trena ku diçû Vîyana sîwar bin.

Karbidestên Avusturî dibêjin, do Duşemê bi giştî 3,650 penaber giheştin Vîyana ku li gor wan, hejmara herî zêde ya penaberan e ku nav rojekê de giheştine wî welatî.

XS
SM
MD
LG