Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandan Li Başûrê Sûriyê Piştî Kuştina Rêberekî Durzî


Çalakvan dibêjin tengijîn û xwepêşandanên dijî hikûmetê li parêzgeha başûrê Sûriyê Siwêdai belav bûn, piştî kuştina rêberekî ayînî yê pêkhateya Durzî di teqînekê de ku 25 kesên din jî kuştin.

Çalakvanan îroj şemiyê got xwepêşanderan peykerê serokê Sûrî yê berê Hafiz el-Esed li bajêr hilweşandin, nivîsîngehên asayîşê dorpêşkirin, û hikûmet berpirs dîtin li dor kuştina Şêx Wehîd Belûs, doh înê.

Acansa Sûriyê ya fermî ya nûçeyan got jimara kuştiyên teqînê gihîşte 26 kesan.

Tê zanîn ku rêberê pêkhateya Ayînî ya Durzî Belûs, ew yek ji rikberên serokê Sûriyê Beşar el-Esed bû.

Piştgirên wî di daxuyaniyekê de gotin ewê hêzên ewlekariyê derxin ji parêzgeha Siwêdai ku piraniya wê Durzî ne û ew hîn tevlî şerê Sûriyê yê navxweyî nebûye.

XS
SM
MD
LG