Almanya û Austrya (Nemsa) îro Yekşemê bixêrhatina bi hezaran koçber li ser sînorên xwe kirin.
Piraniya koçberên ku berê xwe didin Ewrupayê, dixwazin li Almanyayê bicih bibin. Almanya dewlemendtirîn welat li Ewrupayê ye.
Tê çaverêkirin heta dawiya rojê, dora 8 hezar koçber derbasî sînorê Almanyayê bibin. Karbidestên Alman dibêjin, ewê îsal derdora 800 hezar penaber qebûl bikin.
Jimareke penaber do Şemiyê ji Meceristanê bi rêka poste, trên û li ser piyan ber bi rojavayê Ewrupayê ve çûn. Îro Yekşemê jî bêtir penaber ji Meceristanê derketin.
Li nav welatên Yekîtiya Ewrupayê du nêrînên cuda derbarê vê krîza koçberiyê hene. Berpirsa karûbarên derve ya YE Federica Mogherini banga yekîtiya helwestê di vê mijarê de kir, da ku bersivaneke karîger encam bibe.