Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Tailandê Bernivîsa Destûra Nû Red Dike


Parlamena Tailand ku artêşa welêt piştgiriya wê dike, îro Yekşemê bernivîsa destûreke nû red kir.

Civata Reforma Niştimanî bernivîsa nû bi 135 deng bo 105 deng red kir. Bi vê jimarê, juntaya leşkerî dê komîteyeke nû ava bike jibo ku di nav şeş mehan de destûreke nû amade bike.

Berî ku ew bernivîs jî here referendumê, divê ji aliyê parlamanê ve were qebûl kirin. Ew jî tê wê wateyê ku hilbijartin heta Êlûna 2017ê jî lidar nakevin. Eger bernivîs ji aliyê Civata Reformê ve hate pejirandin, juntaya leşkerî lidarxistina hilbijartinan bo derengî 2016 destnîşan kiriye.

Ji Gulanê ve, artêşa Tailandê desthilat bi dest xwe ve aniye piştî ku Serokwezîr Yingluck Shinawatra ji posta wî derxist û destûr rawestand.

Dema ku were pejirandin, ewê destûra nû ya Tailand bibe ya 20’ê ji dema ku welat di sala 1932’ê bûye demokratîk.

XS
SM
MD
LG