Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rewşa Kurdên Sûriyê li Herêmên Ne Kurd


Elî Mislim, Mihemed Îsmaîl û Azad Kobanî

Şerê Sûriyê ku derdora nîva xelkê sivîl rastî kuştin û girtin û derbederiyê kiriye û her diçe ber bi aloziyê ve diçe, bandorê dide jimareke bêhtir ji pêkhateyên welêt.

Kurdên li herêmên ne Kurd, wek hemî xelkê Sûriyê rastî encamên dijwar yên vî şerî dibin.

Gelo taybetmendiya kêşeya wan çiye û çawa ew dikarin li herêmên ne Kurd bimînin di demekê de ku şer bûye şerekî olî û nijadî?

Çi pêwîste ew bikin da xwe ji dijberî û komkujiyan biparêzin?

Gelo tevgera siyasî ya Kurdî çi taybetmendî daye wan û çi pêwendî li gel wan heye?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û endamê sozdariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêzdar Mihemed Ismaîl ku li bajarê Qamîşlo dimîne; Endamê bere yê Parlemana Sûrî rêzdar Azad Kobanî ku li wîlayeta Virginia dimîne; û Endamê serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Elî Mislim ku li Tirkiyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:25:39 0:00

XS
SM
MD
LG