Îro danê sibê li Amedê li taxa Ofîsê di xwaringehekê de êrişek çekdarî pêkhat. Di hêrişê de 3 polîs birîndar bûn û xortek xebatkarê xwaringehê jiyana xwe jidest da.
Xortê ku, navê wî Şexmus Sanir e 22 salîye, mehek berê ji leşkeriyê hatiye. Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Doganê hêriş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.
Di nav mehek de li Amedê gelek caran li ser wesayitên polîsan hêriş çêbûn lê cara yekê ye ku, li xwaringehekê êrişek bivî rengî pêk tê.
Xelkê bajêr ji pevçûnên di nava bajêr de, bêzar bûne. Esnafên li taxa Ofîsê dibêjin jiber rewşa aloz êdî kes nikare kar bike.
Herwiha ji polîsan jî gazind tê kirin ku, dibêjin zexta polîsan li ser gel zêde bûye.
Hêjayi gotinê ye ku, piştî operasyonên li ser PKKê hêrişên li hember polîsan li herêmê zêde bûn.
Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA) di nav 64 rojan de, di êrişan de 110 hêzên ewlekariyê ( polês, leşker, cerdevan) û 23 sivîl hatin kuştin.
Komeleya Mafê Mirovan (İHD) di raporek xwe de dibêje di nav 21.07.2015 - 28.08.2015 de, 48 sivîl, 92 polîs û leşker jî di pevçûn û êrîşan de hatine kuştin.
Hun dikarin di raporta dengî de gohdariya agahiyên zêdetir bikin.