Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Qurbaniyên Mekayê Digihêje 107 Kesan


Karbidestên Erebistana Saudî sedemên ketina darekî avakirinê li Mizgefta Mezin ya bajarê Mekayê vekolîn dikin. Di encama ketina wî darî de bi kêmî 107 hatin kuştin û bêtirî 230 kesên din birîndar bûn.

Darê mezin bi ser nivêjkaran de roja Îniyê ket, li dema ku li Mizgefta Mezin kom bibûn. Ev buyer tê, çend rojan berî merasîmên Hecê.

Li ser malperên medyaya civakî, wêneyên bûyerê belav bûn, tê de cihê ku dar bi ser de hate xwarê tên nîşan dan. Ev bûye demek ku karê nûkirinê li wî beşê Mizgefta Mezin tê kirin.

Karbidestekî mizgeftê bi navê Mihemed Tahir ji Dengê Amerîka re got ku seqa û rewşa hewayê fakterek bûn di ketina wî darî de. Wî got, baraneke giran dibariya û pê re bayekî bihêz dihat.

Jibo sersaxiya qurbaniyan, çend rêberên cîhanê peyam jibo karbidestên Saudî şandin.

Hêjayî gotinê ye, Mizgefta Mezin, yek ji cihên ku jimarên herî mezin ji Misilmanan jibo nivêjê lê kom dibin.

XS
SM
MD
LG