Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, kiryarên Rûsya li Sûriyê dibe ku rê li ber Amerîka û endamên din yên koalisyonê bigirin da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê peyda bikin.
Birêz Obama do Îniyê got ku Amerîka dê danûstandinê ligel Rûsya bike, derbarê piştgiriya leşkerî ya ku pêşkêşî hikûmeta Esed li Sûriyê dike.
Serokê Amerîkî got, “eger Rûs amade bin bi me re, em 60 welatên endam li koalisyonê, kar bikin, hingê pêkhane heye ku çareseriyek li Sûriyê were kirin, tê de Esed were hilanîn û koalisyoneke nû ya sekuler û hêzên nermrê were avakirin, bi mebesta vegerandina rewşa Sûriyê.” Birêz Obama got, “ev armanca me ye, lê ewê danûstandineke dirêj derbarê wê hebe.”
Karbidestekê Pentagon roja Îniyê ji Dengê Amerîka re got ku Rûsya 200 leşkerên hêza xwe ya deryayî û 1500 leşkerên asayî şandiye Sûriyê.