Almanya û Yekîtiya Ewrupayê rastî mezintirîn pêla penaberiyê hatine, piştî şerê cîhanê yê duyem. Bi vê yekê guhertinên mezin di helwest û yaseyên Ewruapyî de tên kirin da ku karibin alîkariya hezaran ji penaberan bikin û wan li welatên xwe hilgirin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, xanim Sîna Mele Xelîl, karmenda rêxistina Dikonie ji bo alîkariya penaberan ku li ser faylên kesên nû ji penaberan re kar dike di dema gihiştina wan Almanyayê, got, her kes li Almanyayê ji hikûmetê ta rêxistin û kesayetên serbixwe alîkariya penaberan dikin.
Xanim Sîna herwisa dibêje, astengî di pêşwazîkirina penaberên nû de gelek in, lê ya taybet organîzekirina faylên wan û bicîkirina wan bûye pirsgirêk.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng vekin.