Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya Derketinê li Cizîrê Hate Hilanîn


9 rojan piştî qedexekirina derketinê li bajarê Cizîrê, hikûmeta Tirkiyê rê da rûniştvanên bajêr ku derkevin da ku li kar û barên xwe binêrin.

Li gorî rûniştvanên Cizîrê, hilanîna qedexeya çûn û hatinê Şemiyê demjimêr 7ê sibehê bi dema xwecihî destpê kir.

Ji bilî vê qedexeyê, bajarê Cizîrê ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin û artêşa Tirkiyê rê nedida ti kesî ku derbasî vî bajarê Kurdan bibe.

Li gorî rêxistinên mafên mirov, bi dehan kesên sivîl di herdu mehên dawî de jiber şerê artêşa Tirkiyê û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatine kuştin.

Di encama êrîşên PKK li ser artêşa Tirkiyê jî, bêtirî 100 polîs û leşker hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG