Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lerzan Jandil: Almanya ji Vê Şepêla Mezin ya Penaberan re Ne Amade Bû


Di vê dema dawî de rojane bi sedan kesên penaber ji welatên din derbasî Almanya dibin. Vê jî barekî giran daye ser milê hikûmeta Almanî û astengiyên organîzekirina wan fişarê dide kar û xebatên hikûmetê.

Serokê Enstituya ziman û kultura Kurmancîk- Zazakî Lerzan Jandil ji Berlînê ji Dengê Amerîka re got ku hatina penaberan bi vê jimara mezin, hikûmeta Almanî xiste bin barekî giran, lê dîsa jî li gorî derfetên wê, kar û xebatên xwe dike.

Birêz Lerzan herwiha dibêje, rêxistinên sivîl û yên Kurdan bi xebatên xwe radibin û alîkariyê didin penaberan, wekî wergerandina û peydakirina cih û alîkariyên din.

Lê birêz Lerzan herwiha tîne zimên ku demek divê ta ku ev penaber bi cî bibin, ji ber lêkolînên ser wan, û pesendkirina ne-girêdana wan bi DAIŞ yan ti grûpên tundrê yên din.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng vekin.

Hevpeyvîna Lerzan Jandil-9-12-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:35 0:00

XS
SM
MD
LG