Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Alîkariya Mirovahî jibo Penaberan Gihiştiye Sûriyê


karmendên Heyva Sûrî ya Sûrî alîkariya Rûsya ji firokan dadixînin.
karmendên Heyva Sûrî ya Sûrî alîkariya Rûsya ji firokan dadixînin.

Firokên leşkerî yên barhilgir ji Rûsyayê gihiştine Sûriyê, ligel 80 ton alîkariya mirovahî ku biryar e bigihêje bêtirî 1000 penaberan.

Ev yek di demekê de tê ku hêza sereke ya opozisyona Sûrî rexneyê li Mosko dike derbarê alîkariya wê ya leşkerî jibo hikûmeta Şamê.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê General Igor Konashenkov do Şemiyê got, di nav wê alîkariya mirovahî de materyal jibo avakirina kampeke penaberan hene.

Ji aliyekî din ve, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî, grûpa sereke ya opozisyonê, ev alîkariya Rûsya şermezar kir û got ku ew karekî nebaş e û “maytêkirineke leşkerî” ya rasterast e ji aliyê Rûsya ve.

Karbidestekî Amerîkî jî roja Îniyê ji Dengê Amerîka re got ku ji bilî wê alîkariyê, 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê.

Karbidestî got, hinek çek û mûşekên kurt-avêj û trimbêlên leşkerî jî di nav alîkariya Rûsya de hene.

XS
SM
MD
LG