Jêderên ewlekariyê li Tirkiyê dibêjin, bi kêmî sê efserên polîs îro Yekşemê li devereke başûr rojhilatê welêt hatin kuştin, di bûyera dawî de ji şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmet û şervanên Kurd de.
Jêder dibêjin ku du efserên polîs di teqîna trimbêlekê de li nêzîk xaleke kontrolê ji derveyî bajarê Şirnexê hatin kuştin. Wekî bersivdan, hêzên ewlekariyê bi helîkopteran êrîş birin ser şervanên Kurd û du ji wan kuştin li dema ku direviyan.
Efserê sêyem yê polîsê Tirk li navçeya Sîlvan ya wîlayeta Amedê (Diyarbekir) hate kuştin, piştî ku şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrîşek roketan li wir pêk anî.
Di hefteya borî de, hêzên ewlekariya Tirkiyê operasyoneke leşkerî ya befireh li bajarokê Cizîrê pêk anîn. Piştî 9 rojan ji qedexeya çûn û hatine, hikûmeta Tirkiyê careke din rê da rûniştvanên bajêr ku ji malên xwe derkevin.
Di encama operasyona artêşê de, wêraniyeke mezin li Cizîrê pêk hatiye.