Rojekê piştî ku Almanya ragihand ku ewê li ser sînorê xwe ligel Avusturyayê li pêş hatina penaberan kontrol bike, wezîrên derve yên Ewrupayê jibo krîza penaberan li Brukselê dicivin.
Di vê derbarê de, rojnamevan Meksîmê Îsa yê ku rewşa penaberên Sûrî li Almanyayê ji nêzîk ve dişopîne, dibêje jimarên mezin di rojên dawî de gihiştine bajarê Munich.
Îsa herwiha dibêje, hikûmetê biryara kontrolkirina sînor stand da ku peyamekê bigihîne welatên din yên Yekîtiya Ewrupayê.
"Almanya xwest ji welatên YE bibêje ku pirsgirêka penaberan ne ya wê ne tenê, lê belê ya hemû welatên YE e," Îsa da zanîn.
Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, vî faylê deng vekin.