Serokê Sûrî Beşar Esad, bi sedema zêdebûna penaberan welatên Rojavayî tawanbar dike û dibêje Rojava ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve piştgirîya “terorîzmê” dike.
Di hevpeyvîneke de bi medya Rûsî, Esad red kir ku kiryarên hikûmeta wî sedema revîna hemwelatîyên Sûrî ne. Wî got, gotinên wiha propagandayên hikûmetên Rojavayî ne.
“Ew hem dibin sedema koçberbûna Sûrîyan, hem jî sempatîya xwe bo wan nîşan didin. Heta ku ew propaganda berdewam bike, emê hîn pir penaberan bibînînin.”
Esad rexne li Ewrupa kir ku sedemên koçerîyê ji holê ranake, lê piştgirî dide “terorîstan”.
Hêjayî bîrxistinê ye, rejîma Esad pir caran jibo serhildayên ku dijî wî şer dikin, wek “terorîst” nav dike.