Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maseya Girover: Pêşmergeyên Rojava Dê Çawa Derbasî Sûriyê Bin


Doh Sêşemê kombûnek di navbera Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Salih Mislim de li Hewlêrê hat li darxistin.

Kombûn bi amadebûna Cîgirê Nûnerê Serok Barack Obama ji bo Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞ Brett McGurk pêk hat û wê ronî da ser şerê rêxistina tundrê.

Li aliyekî din Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demoqrata Kurdistana Îraqê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Rojava dê derbasî Sûriyê bin.

Maseya girover bi beşdarbûna sê mevanan van babetan şîrove dike:

Sekreterê Partiya Çep a Demoqrat li Sûriyê û her wiha endamê koalisyona opozisyona Sûrî rêzdar Şelal Gedo ku li Tirkiyê dimîne, Hevserokê TEV-DEM li Kobaniyê rêzdar Ehmed Şêxo û her wiha serokê komîta tenduristî di wezareta Pêşmege de li Herêma Kurdistana Îraqê Dr. Îzedîn Temmo.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Maseya Girover SW 09_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:45 0:00


XS
SM
MD
LG