Wezareta navxweyî ya Misir, di daxuyaniyekê de ragihand ku îroj şemiyê 2 serbaz hatin kuştin di encama bombekirina erebeyekê de li bakurê Sînai.
Wezaretê got, her wiha 16 kesên din jî birîndar bûn di teqîna ku li el- Erîş rûdayî de. Li gor daxuyaniyê erebeyeke bumbekirî li ser rê bi erebeya komek serbaz de teqiya di dema derbasbûna wan de.
Alîgirên Dewleta Îslamî li Misir berpirsiyariya xwe ragihandin li dor êrîşê, li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê layangerên Dewleta Îslamî ve li ser Twitter hate belavkirin.
Tê zanîn, hikûmeta Misir demeke dirêje şerê çekdaran dike li bakurê Sînai, piştî rûxandina leşkerî ya serokê Îslamî Mihemed Morsî di tîrmeha sala 2013 de.
Di demekê de ku asta tundutijyê li Sînai bilind dibe, teqîn li hin deverên din jî dibin, di nav de jî li Qahîra paytext.