Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Zarok jiber Bombeyekê li Amedê Birîndar Dibin


Di encama teqîna bombeyekê de li koleneke bajarê Diyarbekirê, 5 zarokên Kurd birîndar bûn, li gorî ku karbidestên nexweşxaneyê dibêjin.

Zarok li devera Surê Amedê ya dîrokê birîndar bûne. Li wir, ev bûye çend hefte ku hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ketine nav şer û pevçûnan.

Karbidestekî nexweşxaneyê got ku teqîn di encama bombeyekê de çê bû, lê wî ti agahiyên bêtir neda.

Di bûyereke din de, teqînek li bajarokê Tatvanê qewimî û tê de 5 leşkerên Tirk di nav trimbêla xwe de birîndar bûn, li gorî ku jêderên ewlekariyê ragihandin.

XS
SM
MD
LG