Serokê Amerîkî Barack Obama îro Duşemê gotarek pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir. Di nav gotarê de Obama behsa krîza Sûriyê kir.
Serokê Amerîkî got, Amerîka amade ye bi hemû welatan re kar bike, di nav de Rûsya û Îran jî, jibo çareserkirina nakokiya Sûrî.
"Divê em pênasînê bikin, piştî evqas e xwînrijandin û kuştin, vegerek jibo rewşa berî şer dê nebe."
Lê Obama herwiha da zanîn ku realîzm û rewşa heye daxwaz dike ku bazarek were kirin jibo ku şer raweste û DAIŞ were tune kirin.
Di vê derbarê de, Dr. Ridwan Badînî, mamosteyê zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê ji Dengê Amerîka re diaxive.
Dr. Badînî dibêje, diyar e ku rêkeftinek di nav hêzên sereke yên krîza Sûriyê wekî Amerîka, Rûsya û Îran tê amadekirin, bi mebesta dawî li şerê Sûriyê were.
Dr. Badînî herwiha şirove dike ku hemû alî êdî westiyane û amade ne ku giftûgoyê bikin.