Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neghem Ghadirî:Em Mayîna Esed li Ser Desthilatê Red Dikin


Serokê Rûsya Vladimir Putin di axaftina xwe ya doh duşemê de li Neteweyên Yekgirtî, bi awakî diyar piştgiriya welatê xwe bo rêjîma Esad diyar kir û ragihand ku pêwîstî bi mayîna serokê Sûriyê Beşar Esad heye ji bo şerê terorê, di demekê de ku serokê Amerîka Barack Obama banga çareseriya siyasî û dîplomasî kir li şûna şer û kuştinê.

Gelek çavdêr û siyasetmedar tiştekî nû di helwesta Rûsya de nabînin, ew dibêjin Rûsya ji roja roj de piştgiriya rêjîma Esad dike.

Cîgira serokê koalisyona Sûrî ya hêzên opozisyonê rêzdar Neghem Ghadirî ji Dengê Amerîka re dibêje:

“Wek diyar e, rola Rûsya di piştgiriya rêjîma Esad û mayîna wî de ji roja roj de nehatiye guhertin, belê ew bêhtir û berferehtir bûye. Lê mixabin, li beramber vê yekê em dibinin helwesta hin welatên ku dostên xelkê Sûriyê bûn gavne bişûnve çû.An bêdeng man an jî erêkirin li ser mayîna Esad.“

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Neghem Ghadirî SW 09_29_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00

XS
SM
MD
LG