Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Îraqê DAIŞ ji Hin Gundan Dûr Dixin


Mideast Islamic State Fog of War
Mideast Islamic State Fog of War

Li Îraqê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê îroj Çarşemê çekdarên DAIŞ bêhtirî 140 km li nêzîkî bajarê Kerkûk bi şûnve vegerandin û pareke mezin ji riya sereke paqij kirin.

Civata Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, pêşmergeyan bi piştgiriya êrîşên esmanî yên bi serkirdayetiya Amerîka çekdar vegerandin paş girên Ghara û çiyayê Batiwa li başûrê Kerkûk û riya serekeya ku Kerkûk û Samurai bi hev ve girê dide parastin.

Daxuyaniyê got gundên Meziriya, Gubebe, Seda, Mohammed Khalil, Qows Kurd, Tal Ward, Khalef û Mansouria ku hemî li başûrê Kerkûk in ji DAIŞ hatin paqij kirin.

Li gor berpirsekî mezinê yê ewlekariyê ku nexwest navê xwe diyar bike, bi kêmanî 10 pêşmerge di operasyonê de hatin kuştin û 16 birîndar bûn.

Hikûmeta Herêmê Kurdistanê got ku hin çekdar hatin dîtin ku ber bi bajarê Helebçe ve direviyan.

Tê zanîn ku DAIŞ di havîna borî de li seranserî bakurê Îraqê belav bû û niha dest dide ser seyek ji Îraq û Sûriyê.

Şervanên Kurd demekê berê îsal, pêşketinên girîng dijî çekdarên DAIŞ pêk anîn, lê pêşketina wan li derdora navçeyên sînorî hate rawestan.

XS
SM
MD
LG