Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hisên Mihemed Elî Rewşa Perwerdekirinê Li Kobaniyê Şîrove Dike


Kobanî
Kobanî

Bi destpêkirina dibistanan re îroj yekşemê, bo yekem car li Herêmên Kurdên Sûriyê, zarok bi zimanê Kurdî perwerde dibin. Lê ev sîstema nû ya perwerdekirinê rastî hin bend û rexneyan dibe, çi ji aliyê nebûna pênasîna bi wê ji aliyekî fermî ve, û çi jî ji aliyê rexneyên ku dibin li dor "sepandina rêbaza Pariya PYD di vê sîstemê de."

Wezîrê perwerdeya Kantona Kobaniyê rêzdar Hisên Mihemed Elî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa niha ya perwedekirinê û destpêkirina werza xwendinê şîrove kir û got:

“Rewş ne pir duriste û astengî gelekin. Ji 15 dibistanên ku hatî hilweşandin, me tenê karîbû 5 dibinstanan ji xwendinê re amade bikin. Qonaxa seretayî dê bi zimanê kurdî be.“

Mihemed Elî, bal kişand ser pêla koçberiya ku ji hermên Kurdî bi giştî û ji Kobaniyê bi teybetî ber bi Ewrupa ve diçe, û ronî da ser bandora wê li perwerdekirinê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Hisên Mihemed Elî SW 10_04_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00

XS
SM
MD
LG