Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Mele Reşîd: Hebûna Rûsya Li Sûriyê Dagîrkirin e


Mihemed Mele Reşîd
Mihemed Mele Reşîd

Koalisyona Niştimanî ya hêzên Opozisyona Sûrî, Rûsya tawanbar dike bi bombekirina baregehên hêzên nermerê, li parêzgehên Idlib, Hema ,Hums û taxa el-Ghûta li Dîmeşqa paytext.

Endamê Koalisyonê rêzdar Mihemed Mele Reşîd, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet ronî kir û got:

“Em wek koalisyon hebûna Rûsya li Sûrî wek dagîrkirin bi nav dikin. Rûsya di êrîşên xwe de Daiş ji xwe re nake armanc, belê ew tenê li şûnên hêzên nermerê dide.”

Mele Reşîd ku li Tirkîyê dimîne, dibêje Rûsya bi destêwerdana xwe, dixwaze berjewendiyên xwe yên herêmî biparêze, ne ku şerê terorê bike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mihemed Mele Reşîd SW 10_05_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

XS
SM
MD
LG