Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Du Teqînan De Li Tirkiyê Bi Dehan Kes Têne Kuştin


Li paytexta Tirkiyê Anqera, îroj şemiyê du teqînên ku kombûneke aştiyane ji xwe re kiribû armanc, bi dehan kes kuştin û bêhtirî sed kes jî birîndar kirin, li gor wezareta navxweyî ya Tirkiyê.

Teqîn li nêzîkî îstgeha trênê ya Anqera rûdan, cihê ku kombûneke hatibû lidarxistin ji aliyê yekîtiya bazirganî ya karkerên kerta giştî ya welêt û gurûpên din yên civaka sivîl. Armanca kombûnê ewbû bangkirina bidawîanîna tundutijiyê di navbera serhildêrên Kurd ê hêzên ewlekariya Tirkiyê de.

Ev êrîşa ku tê berî çend hefteyan ji hilbijartinên Tirkiyê yên 1 meha bê, ta niha ne diyare ka êrîşeke xwekujî ye an na?

Wênegirekeî Associated Press ragihand ku wî çend termên nixamtî bi alên xwepêşanderan dîtin. Polîs piştre herêm dorpêç kir.

Wezareta navxwyî di daxuyaniyekê de, êrîş protesto kir û wek êrîşeke dijî demukrasî û aştiya Tirkiyê anî ziman.

Serokwezîr Ahmad Davutoglu banga kombûneke awarte ya ewlekariyê kir ji bo guftûgokirina êrîşê.

Serok Recep Tayyip Erdogan jî ji aliyê xwe ve, bernameya xwe ya kin li Istanbolê birrî da vegerê Paytextê.

Ta niha, kesî berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ranegihandiye. Berpirsekî hikûmî got desthilatdar vokolînan dikin li dor teqînan.

XS
SM
MD
LG