Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Mustefa: Helwesta Amerîka Li Dor Sûriyê Ji Roja Roj De Ne Zelal e


Redîf Mustefa

Rêveberiya Obama programa perwerdekirina hêzên opozisyona Sûrî radigre, Piştî ku rastî gelek probleman hat. Ji dêvla wê, dê Pentagon navendeke biçûk li Tirkiyê bikar bîne ji bo çekdarkirina hin aliyên opozisyona Sûrî û dê piştgiriyeke taybet bide wan

Çavdêr û çalakvanê mafê mirov rêzdar Redîf Mustefa, ji Dengê Amerîka re vê guhertinê şîrove dike û dibêje:

“Amerîka ji roja roj de çi pilan û programên rijdî nebûn ji bo Sûriyê. Wê gelek alîkarî di warê mirovahî de pêşkêş kirin, lê di warê leşkerî de tiştekî berbiçav nekir. Ev program jî biçûk dest pê bû û dê her biçe biçûktir bibe, loma wê çi sûde nîne.”

Mustefa ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser êrîşên esmanî yên Rûsya li Sûrî û got wan rewşa Sûriyê aloztir kirin.

Jio bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:10:26 0:00

XS
SM
MD
LG