Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Kirwatya Dibêjin Pêla Koçberan Nayê Rawestan


Wezîrê navxweyî yê Kirwatya dibêje biryara Hingarya ya girtina sînor li gel Kirwatya, nikare pêla koçberên hewil didin bigihin rojavayê Ewrupa, rawestîne.

Wezîr Ranko Ostojic, dibêj “kes bêyî gullebaranê, nikare vê pêlê rawestîne.”

Ostojic, îroj şemiyê got Kirwatya koçber ji dêvla wê yeke dişandin Slovînya û got dê kêşe derkevin dema Nemsa û Almanya sînorên xwe bigrin.

Ostojic dibêje dê bandora wê sereke be û dê probleman ji bo hemî welatan durist bike.

Wî her wiha got ev sîstema organîzekirî ji bo wergirtina koçberan, tişteke ku dikare rewşeke aramtir dabîn dike.

Ostojic dupat dike ku Kirwatya hewil bide koçberan li nik xwe bihêle jî ewê riyekê ji xwe re bibîne ku ji wir birevin.

Tê zanîn, ji nîva meha 9 ve, nêzîkî 190 hezar kes di Kirwatya re derbasî Almanya û welatên din yên Ewrupa bûn.

XS
SM
MD
LG