Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Behsa Çareyeke Mirovahî Dike Ji Bo Rezaian


Jason Rezaian
Jason Rezaian

Wezîrê derve yê Îranê dibêje tawanên rijdî hene di derheqê peyamnêrê Washington Post yê girtî Jason Rezaian de, lê ew hewil dide ku dozê ji aliyekî mirovatî ve çareser bike.

Mihemed Jewad Zerîf, îroj şemiyê di konfransa rojnamevanî de çi agahiyên berfeh dabîn nekirin ku ewê çawa dozê bişopîne.

Rezaian yê Amerîkî û Îranî, ku bû bêhtrî salekê girtiye bi gumana sîxuriyê, vê dawiyê ji aliyê dadgeha şoreşgerî ve hat tawankirin.

Berpirsên Îranî çi agahiyên berfeh dabîn nekirin li dor biryarê an cezayê wî.

Hêjayî gotinê ye, serokê Îranê Hesen Rohanî bîrokeya azadkirina girtiyên Amerîkî li Îranê dexist holê, beramber azadkirin Îraniyên girtî li Amerîka, lê dadweriya Îranê ev bîroke red kir.

Berpirsên Amerîka, Rojnameya Washington Post û gurûpên azadiya rojnamegeriyê, girtina Rezaian û dadgehkirina wî protesto dikin.

XS
SM
MD
LG