Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Berkel: Hêza Sûrî Ya Demuqrat Hêzeke Bi Balans e


Xalid Berkel:
Xalid Berkel:

Piştî hefteyekê ji damezrandina hêza Sûrî ya Demuqrat li bakurê rojhilata welêt, ku hêzên Kurdî YPG û YPJ jî di nav de ne, gelo çi pêşxistin li ser erdê hatine bidest xistin? Ta kîjan astê ew dikare bibe hêzeke bingehîn ji bo hemî pêkhateyên wan navçeyan li Sûriyê?

Xalid Berkel, cîgirê serokê Kantona Kobaniyê, ji Dengê Amerîka re rewşa vê hêzê şîrove kir û got:

“Ev hêza hevbeş bawerî bi pêşeroja Sûrî, bi civaka Sûriyê, bi demuqratî, wekhevî û pejirandina hemî pêkhateyên Sûrî heye. Ew dê karibe nûneratiya xelkê Sûriyê bike û gavên berbiçav bavêje.“

Berkel ku li bajarê Kobaniyê dimîne, bal kişand ser hewildanên rizgarkirina bajarê Reqqayê û ew yek ji armancên sereke yên damezrandina vê hêze anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Xalid Bekel SW 10_18_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:49 0:00

XS
SM
MD
LG