Wî da xuyakirin armanca hatina wan ne danîna partiyek nû ye. Di kongra partiya xwe de biryar dan ku partiya xwe ji îlageli bikin legal. Şêwe û sîstema partiya xwe bigûherînin.
“Em ne alternatîfa partiyên heyî ne. Divê em alternatîfa sîstema dagirkeran bin. Gelo di nav siyaseten Kurdan de cî xalên hevbeş û ciyawaz hene ku em dikaribin destnîşan bikin ku pêkve xizmetê bo gel bikin. Lazime jbo wê em bixebitin. Lê hizra Kurdîstanê divê di partiyan de hebe. Ger ne li ser vê hizrê bin em nikarin digel wan bixebitin.”
Mesud Tek got divê şer û pevçûn raweste. Divê emKurd jibo destxistina mafan tundûtûjiyê bikar neynin. Êdî dema wê derbas bûye. Lazime bi rêya siyaset û nîqaşê tekoşînê bikin. Bikaranîna çekan jibo destxistina netewa Kurdan derbas bûye. Xebata civakî û siyasî pêtir ferze.
Wî destnîşan kir PSK di hilbijartinê de wê piştgiriyê bidin Hakparê.