Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nedîm Hûrî: Hemî Aliyên Şer Li Sûriyê Gunehkariyan Dikin


Rêxistinên mafê mirov yên navnetewî û navxweyî, di gelek raportên xwe de bal kişandin ser gunehkariyên şer û yên dijî mirovatiyê li Sûriyê ku aliyên şer, çi hikûmet û alîgirên wê, û çi jî hin gurûpên opozisyonê, bi xwîneke sar dikin.

HRW yek ji wan rêxistinan e ku gelek raport belav kirin û daxwaza rawestana van gunehkariyan kir.

Cîgirê birêvebirê beşê rojhilata navîn a HRW rêzdar Nedîm Hûrî, van zêdegaviyan şîrove dike û dibêje:

“Piştî 4 sal û nîvan, me zêdegavî ji piraniya aliyên şer ve li Sûriyê tomakirin, balafirên rejimê bê ciyawazî di navbera armancên leşkerî û sivîl de, bermîlên bombekirî bikar tîne. Zêdegaviyên aliyên din wek nimûne di girtina bi darê zorê û êşkencekirinê de diyar dibin.“

Ji bo guhdarîkirina li raportê bi deng faylê jêrîn veke

Raport bi Deng SW 10_27_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00


XS
SM
MD
LG