Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilawerê Zengî Bandora Encamên Hilbijartinên Tirkiyê Li Ser Sûriyê Şîrove Dike


Dilawerê Zengî

Bi milyonan Xelkê Tirkiyê berê xwe dan navendên dengdanê ji bo hilbijartinên Perlemanî ku tên dubarekirin, piştî têkçûna partiya desthilatdar AKP di damezrandina hikûmeteke hevalbend de, li gor encamên hilbijartinên 7 hizêranê.

Gelo bandora encamên van hilbijartinan dê çawa bin li ser rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdên Sûriyê bi taybetî?

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê rêzdar Dilawerê Zengî ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û got:

“Hilbijartinên Îroj ezmûneke dîrokiye ji bo dilxwazên aştiyê di hindirê Tirkiyê de û ji bo Kurdên Tirkiyê, ji ber ku wê ne tenê nexşeya siyasî ya navxweyî, belê ya siyaseta Tirkiyê ya derve jî bide xuyakirin, bi taybetî li Sûriyê.“

Zengî ku li Qamîşlo dimîne, bal kişand ser rola Tirkiyê di herêmê de û ew wek roleke girîng binav kir ku welatên mezin jî wê didin berçavan û li gor vê yekê li gel wê danûstandinan dikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:53 0:00

XS
SM
MD
LG