Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Tirkiyê Bidawî Bûn


Turkey Elections

Li gorî hejmarên ne fermî, ji sedî 87,14 hilbijêr deng dane. Li gorî van zanyariyên dawî 41 milyon û 921 hezar û 644 deng hatine avêtin. 41 milyon û 314 hezar û 790 deng hatine qebûl kirin.

Li gorî ajansa Anadoluyê ji sedî 83.47 sindoq hatin vekirin.

Di saet 19:40 de li gorî encamên dawî ji sedî AKP ji 50.45 deng girtibû. Bi vê reqamê AKP 323 kursi digre.

HDP 10.9 digre û 56 vekil derdixe.

Li Amedê 866.112 hilbijêr hene. Jibo dengdanê 3502 sindoq hatin sazkirin.

Li Diyarbekir beştarbûna sindoqan ji sedî 84,84 bû. Di hilbijartina 7ê Heziranê de Çûndina ser sindoqê li Amedê ji sedî 86,8 bû.

Ji sedî 87, 47 sindoq hatin vekirin.

HDP 492.227 deng girt. Ev dike ji sed 70,93 dengên Amedê. Li gorî vê reqamê HDP 9 parlamenter derdixe.

HDPê di Heziranê de li Amedê bû partiya yekemin û 640.689 deng send. Ku ji sedî 77,7 dengên Amedê bû.

AKP dengê xwe li Amedê zêde kiriye. Rêjeya dengê AKPê ji sedî 22,44. 155.694 kes dengê xwe dane AKPê. Bi vê reqamê AKP 2 parlamenteran derdixe.

Di meha Heziranê de AKP jî 122 hezar û 031 hilbijêr deng dabûn. Ew car rêjeya dengê AKPê li Amedê jî sedî 14,8 bû.

Di meha Heziranê de rêjeya dengê AKPê 40.9 bû û 258 kursî girtibû.

XS
SM
MD
LG