Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Imran Mensûr: Ferensa Nikare Barê Penaberan Hilgire


Wezîrê kar û barê hundir yê Ferensa Bernard Kazînov ragîhand, ku wê kontrola sînorê xwe xurtir bike li nêzîkî mehekê ji bo konferansa keş-û hewayê ya Netewên Yekbûyî li Parîsê, ji 30 Mijdarê ta 11 Kanûnê û rê li ber hatina penaberan asê bike.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi parêzer Imran Mensûr re kir, li ser van biryaran û bandora wan li ser rewşa penaberan. Birêz Imran got: "Ev biryar ne tenê ji bo parastina konfiransa Keş û Hewayê ye, lê ew ji bo rênedana hatina penabera ye."

Herwisa jî li Ferensa giftûgoyên gerim tên kirin di nav aliyên siyasî û hikûmetê de, li ser rewşa penaberan û kêşa wa, li ser wê Mensûr dibêje: "Li ferensa sê aliyên siyasî hene ku li ser vê kêşê giftûgoyan dikin, lê ya herî xurt ya Sarkozî ye, serokê Ferensa yê berê, ku dixwaze mafê penaberiyê bide kesên bi belge û hewcedarê manê li Ferensa, ne kesên ku hatine bo kar û danheva peran."

Ji bo guhdarîkirina vê hevpyevînê, fermo vî faylê deng veke

Hevpeyvîna Imran Mensûr-LA-
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00

XS
SM
MD
LG