Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Emîn: Rêbaza Perwerdeya Nû Li Herêmên Kurdî Ne Di Xizmeta Xelkê Sûriyê De Ye


Beşar Emîn
Beşar Emîn

Doh şemiyê alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) xwepêşandanek li bajarokê Çil Axa birêve birin, têde nerazîbûna xwe li dijî hin siyasetên Partiya PYD diyar kirin. Bi taybetî rêbaza perwerdekirinê ya ku rêveberiya xweser îsal danî ji bo dibistanên herêmên Kurdî li Sûriyê.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê( PDK-S) rêzdar Beşar Emîn, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê xwepêşandanê û got:

“Di demekê de ku yekrêzî ji me tê xwestin, kiryarên wek leşkeriya neçar, girtina nivîsîngehên partiyên me û rêbaza perwerdekirinê ya nûh rê li pêş derfetên yekbûnê digrin.“

Emîn ku li Qamîşlo dimîne bal kişand ser pêwîstiya van cûre çalakiyên aştiyane û got ewê berdewam bin di rêvebirina xwepêşandanan de ta ku rêveberiya xweser wan wek hevbeş bipejirîne di piroseya siyasî de.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Beşar Emîn SW 11_08_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:24 0:00


XS
SM
MD
LG