Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Xwepêşandanên ENK-S li Sûriyê


Kawa Azîzî, Sîhanok Dîbo û Salih Cefer
Kawa Azîzî, Sîhanok Dîbo û Salih Cefer

Encûmena Niştimaniya Kurdî Li Sûriyê (ENK-S) di van demên dawî de du xwepêşandan birêve birin. Yek li bajarokê Çil Axa û ya din li Bajarê Dêrîkê, li dijî hin siyasetên birêveberiya xweser bi giştî û bi taybetî yên Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD).

Di demekê de ku rêvebiriya xweser sîstema perwerdekirinê wek qezenceke netewî ji bo kurdan dibîne, aliyê ENK-S, PYD tawan dikin bi sepandina rêbaza xwe wekû partî di vê sîstemê de.

Her wiha ew dibêjin, leşkeriya neçar, girtina nivîsîngehên partiyên wan û zîndankirina heval û alîgirên wan, nakokiyan di cavaka kurdî de kûrtir dikin û dibin sedema koçberiya xelkê Kurd ji Sûriyê.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê nivîsîngeha pêwendiyên giştî û rawêjkarê hevserokatiya PYD rêzdar Sîhanok Dîbo ku li Qamîşlo dimîne; Endamê serkirde yê Partiya Demuqrata Kurdistan a Sûriyê (PDK-S) rêzdar Kawa Azîzî ku li Hewlêr dimîne; û nivîskar û şîrovekarê siyasî rêzdar Salih Cefer ku li Holenda dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 11_10_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:12 0:00

XS
SM
MD
LG