Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Êdî Ne Bese Amerîka Tenê Pesna Hêzên Kurdî Bide


Newaf Xelîl
Newaf Xelîl

Berî bicîhîştina Konferansa Asya Pesific li Filipîn, serokê Amerîka Barack Obama got tenê dê Daiş têkbiçe eger rêkeftineke siyasî li Sûriyê hebe. Wî helwesta Amerîka di derbarê mayîna Serokê Sûriyê Beşar el-Esed de dîsa dûbare kir û got dê çi cih ji wî re di Sûriya dahatû de nebe.

Birêvebirê Navenda Lêkolînan ya Kurdî li Almanya rêzdar Newaf Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka axaftinên Obama şîrove kirin û got:

“Pêwîste Amerîka piştgiriya pirojeyekê bike ku welatên alîgirên Daiş rawestîne, ew piroje divê Kurd hêza sereke bin tê de. Êdî ne bese ew pesnên Hêzên Kurdî bidin û ji wan re çepikan lêdin, divê tiştekî rijdî bikin.“

Di derbarê mayîna Beşar el-Esed de li ser desthilatê, Xelîl dupat kir ku dê mayîna wî zor be piştî kuştina bi sedhezaran kes ji xelkê Sûriyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Newaf Xelîl SW 11_22_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00

XS
SM
MD
LG