Qedexa li ser Nisêbînê di roja 10a’an de ye. Jibo rakirina xendekan wilayeta Mêrdînê di 14ê mehê de li ser navçeya Nisêbînê xeqeda derektina derve îlan kir û operasyonek berfireh da destpêkirin.
Roja yekşemê wilayetê jibo heşt saetan li ser 11 taxên navçê qedexê rakir lê çar taxên ku şer lê dewam dikir qedexe dewam kir. Di navbera heşt saetan de gelek Nisêbînî ji navçê derketin lê yên ku nexwestin derkevin tedarikiya xwarin û vexwarinê kirin.
4 parlamenterên HDPê yên Merdînê, Gulser Yildirim, Ali Atalan, Mithat Sancar û Erol Dora jibo bala raya hiştî bikşînin ser rewşa Nisêbînê çar roj berê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Parlamentera Kurd gazindan dike li hember bêdengiya jibo qedexayan û dibêje ya ku mirov dike nav gûman û mitalan ev bêdengî ye.
Birêz Yildirim Parlamentera Kurd gazindan dike li hember bêdengiya jibo qedexayan. "Ji siyasete û ji paralmenê hêviya me nema lewma me dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Ya ku mirov dike nav gûman û mitalan bêdengiya li hember qedexeyên li ser bajarên Kurdan e."