Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportek Li Dor kuştina Tahir Elçî


 Turkan Elçî (Hevjîna Tahir Elçî)
Turkan Elçî (Hevjîna Tahir Elçî)

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî îro dane sibê di saet 11’an de li navçeya Surê li ber Minara Çarling piştî daxuyaniyek di êrîşek çekdarî de hat kuştin.

HDP di daxuyaniyekê de kuştina Elçî şermezar kir. HDP îdia dike ku Elçî bi taybet hatiye hedef girtin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan jî di bernameyek da daxuyakirin ev bûyer nişan da ku Tirkiye di bi biryaryara xwe ya li tekoşîna li hember terorê de di rêyek rast de ye.

Kongreya Civaka Demokratîk KCD bi daxuyaniyek qetilkirina Elçî şermezar kir.

KCDê di daxuyaniyê de got Elçî jiber ku gotibû PKK ne rêxistina terorê ye wî kirin armanca hedefan. Ev kuştinek plankirî ye.

Serokê Giştî yê Baroyê Tirkiyê Metin Fevzioglu got êrîş ne li Elçî li ser aşitiya, biratiya Tirkiyê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Tahir Elçî li sûrê hat kuştin wilayeta Amedê bi daxuyaniyek îlan kir ku jibo girtina endamên rêxistina terorîst dest bi operasyonek kirine û li navçeya Sûrê heta fermaneke duyemîn derketina derve hatiye qedexe kirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:47 0:00

XS
SM
MD
LG