Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Yûsif: Rûsya Êdî Bawere Esed Li Ser Deshilatê Namîne


Ciwan Yûsif
Ciwan Yûsif

Gelek çavdêr dupat dikin ku rola Tirkiyê di herêmê de dê derbasî qonaxeke din bibe û dê bandora pêwendiyên wê û Rûsya li wê qonaxê diyar be.

Ev yek bêhtir diyar dibe piştî ku Serokê Frensa Franswa Holand soz ji serokê Rûsya Vladimir Putin wergirt di derbarê hevrêziya li gel wan di şerê dijî Daiş de.

Endamê komîta Kurdî ya mafê mirov rêzdar Ciwan Yûsif di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re ronî da ser guhertina ku dê bibe piştî hevrêziya Rûsya li gel welatên din û got:

“Nêzîkbûna Rûsya û welatên mezin yên din tê wê wateyê ku armanca hevbeş ya hemî aliyên cîhanî ewe têkbirina Daiş li Sûriyê û Îraqê. “

Yûsif Ku li Siwîsra dimîne, her wiha behsa rola Tirkiyê ya demên bê kir û diyar kir ku ewê hinekî bişûnve biçe û ji dêvla wê dê rola Erebistana Siûdî bêhtir derkeve pêş.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Ciwan Yûsif SW 11_29_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00

XS
SM
MD
LG