Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahir Elçî Îro li Amedê Hat Oxirkirin


Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku doh li Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, îroj yekşemê bi beşdariya bi dehan hezaran li goristana Yenikoyê hat binax kirin.​

Merasîma cenaze li Parka Koşuyoliyê li ber Peykerê Mafê Mirovan hat lidarxistin. Di merasimê de hevjîna Tahir Elçî nameya ku ji bo wî nivisadibû xwend.

Wê got hevjînê wê ji aliye pakrewanan û kesên bêserûber çûyî ve wê bê pêşwazî kirin.

Hevjîna Tahîr Elçî destnîşan kir ku medya hevjînê wê kiriye armanca hedefan

Birayê Tahir Elçî Ahmet Elçî jî axaftinek kir û got dozgerên dewletê birayê wî kirine hedef.

Hevserokê HDPê Demirtaş jî axivî û xemginiyê xwe anî ziman. Wî got yê ku, yê ku Tahir Elçî kuşt ne dewlet e, bê dewletî ye.

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG