Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Remezan Moray: Dewleta Tirk Berpirsiyar e li Dor Kuştina Elçî


Kuştina serokê baroya Amedê parêzer Tahir Elçi bû hokar ji bo ragihandina rêyaksyonên gelek çavdêr û şîrovekar û siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê û li derveyê Tirkiyê jî.

Endamê serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) li Tirkiyê rêzdar Remezan Moray di hevpeyvînekê de ji bo Dengê Amerîka xemgîniya xwe anî ziman û got:

“Kesên ku şer dixwazin û aştiyê naxwazin destê wan di kuştina Elçî de heye. Em her wiha dewleta Tirk dibînin berpirsiyar di ber vê gunehkariyê de.“

Moray ku li Amedê dimîne ragihand ku rêzdar Elçî ji berê ve bûbû armanca hêzên tarî wek ku wî bi nav kirin û got ew hêzên tarî hewil didin çi belgeyan li dû xwe nehêlin da ku neyên naskirin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Remezan Moray SW 11_29_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:22 0:00

XS
SM
MD
LG